|
|
|
Gelekî bi xêr hatî
nav malpera helbest û berhemên cida-cida yên Aram Dihokî
Aram Dihokî

Li berwarek ne rûn û aþkera, li sala 1966 li bajêrê Dihokê min çavên xwe bi
qêrî u xorîk li dinyayê vekirine.
Xwandina xwe ya destpêk, navincî u amadeyî, li bajêrê Dihokê min bi dûmahî
anîne. Li nîva heþtiyan beþê reveberiyê li peymangeha Mûsilê bi dûmahî aniye.
Ji ber kawdanêt bindestiyê û rewþa ne aram ya milletê me, min axa bab û
bapîran bi cih hêla li dewir û berên sala 1987an. Piþtî birina rêyên dûr û
dirêj ez gehiþtim Kenadayê û niha li vî welatî xwe cih bîme, dîploma amadeyê
u birawamek libesê civakî li peymangeka bajêrê Ottawa wergitiye.
Rewþa xemên azadiyê, ciwaniya axa welat, þirîniya helbestêt wêjeya kurdî,
mîna Xanî, Goranî û Cizîrî, perîþanî û belingaziya xerîbiya, kawdaneê
duberkiya Kurdan, bêdadî, nerastiya vê dinyaya bê yasa. Vêkira van hemiyan
berê min da kaxiz û pênûsî. Bîr û hizrên xwe min darêþtine ser berperan li
dîf zanîn û tegehiþtina xwe, helbet car bi eþq û hîvî car ji bi derd û xem û
rexnan. Bi vî rengî min gelek da piþta xwe û li rêyek tarî ber bi evraz bi rê
ketim. Tehna min, berê min da rêka jînê, berê min da dermanê jînê. Dermanê
jîna min av bû, lewan guskê xwe min hilgirt û li dîf avê geriyam. Geriyam û
geriyam û min av dît li hemî cihan, lê gelek cihê daxê, berî têhna xwe bi
avê biþkênim, avê nizanim çima ez xindiqandim!!!!!! Lewan navê malpera deftera
xemên min hate nav kirin (BI AVÊ JIYAM Û MIRIM).
Di van bizavên xwarê da min bi rengekê xemvegirtî beþdari kiriye:
Danana komela penaberêt Kurd li Pakistanê.
Derxistina namilka (Aware) li Islamabad û Rawlpendî.
Hevdîtin û çavpêketin di gel bira Kurdên koçberên Pakistanê li bajêrê
Quete li devera Bilûçistanê.
Danana Encumena Kuluturî ya Kurdan li Ottawa-Keneda.
Derxistina kovara(Roja Nî) Ottawa.
Danana Fidrasyona Kurdî li Monterial-Kenada.
Piþtgiriyek bê rawestan ji bo derxistina kovara (Jiyan) li Monteriyal.
Derxistina Kovara (Çira) li Kalgary-Keneda.
Danana komîta berpirsên Kurdan li Kalgary.
Helbet berdewam di gel van karan, min herdem hewldaye bo pir kirin û nexþandina berperên rojname û kovarên dî yên Kurdî, li cihên cur bi cur ên derveyî
Kenedayê.
Li dûmahiyê min divêt supasiya ji dil bo hemî hevalên bûyne palpiþt di
gel min bi derejya birina van sebûra. Helbet min supasiyek taybet heye bo
hevalên kovara Mehname, bi taybetî kak Hussein Moheme, berhevkarê vê malperê.
| |
|